Li Dusseldorfê çalakiya rûniştinê bi kelecan didome

Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê hatî lidarxistin didome.

Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê MED FED’ê ve li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê hatî organîzekirin, di roja 3’an de li Cornelîûsplatz a li navenda bajêr dom kir. Îro Kurdistaniyên li Essenî Duîsbûrg, Koln û Dusseldorfê dijîn tevlî çalakiyê bûn.

Piştî deqeyekê rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan axaftina vekirinê Amra Çiya kir. Çiya li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a hinek qonaxan nirxandin kir.

Di çalakiyê de Parlementerê berê yê HDP’ê Lezgîn Botan axaftinek kir.

Di çalakiya îro de hûnermendên TEV ÇAND’ê Bengî Agirî, Navdar û Serhat Gimgim jî tevlîbûn û stran ji bo têkoşîn û azadiyê strandin.

Nûnerê Tevgera GORAN Goran Babalî jî tevlî çalakiya îro bû û got ku Abdullah Ocalan şoreşa Kurd ji tinebûnê da destpêkir. Babalî şehîdên Gareyê jî silav kir.

Ji bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê Nebaz Abdullah jî tevlî çalakiyê bû û got: “Tirkiye yekîtiya me naxwaze. Divê em destê hev bigrin. Gelê me ne weke berê ye. Tê zanîn ku wê kijan polîtîka bi gelê me bide qezenç kirin. Paradîgmaya Serok Apo li dijî mêtîngeran biserket, dikeve. Garê ev piştrast kir. Zapê ev piştrast kir. Rojava ev piştrast kir. Em weke gel dixwazin her netewekê bi Rêberê xwe re azad bijîn.”

Nûnerê Civaka Îslamiya Kurdistanê Mele Salih jî axivî û diyar kir ku ew piştgiriyê didin Rêberê xwe Ocalan û li gel têkoşîna wî cih digrin.

Polîsên Elman jî di tevahiya çalakiyê de helwetên cuda nîşan dan.

Polîsan ji bo ala netewî ya Suryaniyan a ku kesek Suryanî ku tevlî çalakiyê bûyî hilgirtî gotin: “Hûn nikarin vê alê hilgirin. Çi eleqeya vê bi Ocalan re heye.” Dema di axaftinan de qada agirbest û pêvajoya Osloyê hate kirin polîsan diyar kir ku nabe ku daxuyaniyên wiha bidin û ji bo belavkirina çalakiyê gef xwarin.

Çalakiya ku sibe dîsa li Cornelîûsplatzê bê kirin, wê seat 12:00-17:00 bê kirin. Weke axaftvan Parlementera berê ya HDP’ê Tûba Hezer, hûnermendên TEV-ÇAND’ê Xelîl Xemgîn, Memo Yapiştiran û Narînxan wê tevlî bibin.