Li Dûîsbûrgê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Li bajare Elmanya Dûîsbûrgê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.

Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji aliyê Saziya Malbatên Şehîd û Windayan KOMAW’ê ve hate lidarxistin. Destpêkê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin.

 Piştre Nûnerê KOMAW’ê Mehmet Sûrûç axivî û got;”Birêzdarî şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin hevrê Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bibîrtînin. Em soz didin ku em ê bîranînên wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn hêviyên wan ên azadiyê bi teqek pêk bînin.”

Piştre Hevseroka NCDK-D Nûh Yildiri m axivî û got Endamê Konseya Hevserokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) û gerîla Devran û Şahînd di êrîşa hewayî ya 5’ê Tîrmehê ya dewleta Tirk a dagirker ya li Qendîlê de şehîd bûne.

Malbata Hûseîn Tammo ku beriya 3 rojan li Rojava di encama qezayekê de şehîd bûbû û malbatên din ên şehîdan beşdarî bîranînê bûn.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bidawî bû.