BI DÎMEN

Li Dresdenê civîna gel: Divê bi ruhê seferberiyê em biherikin Kolnê

Di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li Dresdenê civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de banga tevlêbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê hat kirin.

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê, bi boneya balê bikêşin bi ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya fîzîkî û meşa navendî ya 17’ê Sibatê li Kolnê bê lidarxistin, civîna gel hate lidarxistin. Civîn bi pêşengiya Mala Jinê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) ve hat lidarxistin.

Di civînê Bekir Apak, xêrhatina gel kir û got: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nêz e.”

Piştre Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut axivî. Zumrut anî ziman ku ên ku têkoşînê geş bikin gelê li diaspora dijî ye û got: “Bi boneya salvegera 25’emîn a Komployê meşa 25 rojan a ji Parîsê heta Strasboûrgê hat destpêkirin, berdewam dike. Ev girîng û watedar e. Divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê şikandin û azadiya fîzîkî bê misogerkirin. Di heman demê de divê em bi ruhê seferberiyê tevlî meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê bibin.”

Mahmût Şakar jî axivî û got: “Girava Îmraliyê ku di 4’ê Sibata 1999’an de ji nû ve hat avakirin, weke Girtîgeha Ewlehiya Bilind hat avakirin. Têkiliya hevpar a di navbera Komploya Navneteweyî û pergala Îmraliyê de em dikarin ji vir bibînin.”

Di dawiya civînê de banga tevlêbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê bê lidarxistin, hat kirin û  dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.