BI DÎMEN

Li Dragûîgnanê Kurd ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan

Li Dragûîgnan a Fransayê bi pêşengiya ciwanan ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteserkirina Şaredariya Colemêrgê, meş hate kirin.

ÇALAKIYA LI DIJÎ TECRÎDÊ

Bi pêşengiya endamên Ciwanên Kurdistanî yên Fransa (CKF) ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteserkirina vînê ya li Şaredariya Colemêrgê, çalakiyeke protestoyî hate lidarxistin.

Di meşê de al û posterên Abdullah Ocalan hatin hildan.

Erhan Kop li ser navê Meclîsa Gel a Dragûîgnanê axivî û got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst tehemûlî bi dehan têkçûnên xwe yên di nava vê sala dawî de nake, lewma bi desteserkirina şaredariyên me yên ku me bi rengekî demokratîk bi dest xistî, hewl dide tola xwe bistîne. Lê divê her kes bizane ku ev hewldanên wan ên dawî ne. Ew mehkûmî têkçûnê ne.”

Kop bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “39 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê wergirtin, divê demildest dawî li vê tecrîda dermirovî were. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk tê, em ê li qadan dengê xwe bilind bikin.”

Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe", " Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin berzkirin. Meş li ber Navenda Meclîsa Gelê Kurd a Dragûîgnanê bi dawî bû.