BI DÎMEN

Li Draguignan û Esslingenê Newroz: Ji Rêber Apo re azadî!

Di pîrozbahiya Newrozê yên li Draguignan û Esslingenê de, peyama “Ji Rêber Apo re azadî” hat dayîn û gerîla hatin silav kirin.

Meşa ku bi pêşengiya Ciwanên Kurdistanî ya Fransa (CKF) a li Draguîgnanê pêk hatî, bi sedan kes bi rakirina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê û meşaleyan beşdar bûn.

Di meşê de girse bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana YPG” û “Jin Jiyan Azadî” berzkirin.

Girse pergala ku gerîla li hemberî balafirên bêmirov ên SÎHA’yê pêş xistine silav kirin.

Meşa ku li pêşiya PTT’ê destpê kir, li ber Walîtiya Draguignanê bi dawî bû.

KELEHA ESSLÎNGEN RONÎ BÛ

Li bajarê Esslîngen ê Elmanyayê ciwanan bi meşeke meşaleyî Newroz pîroz kirin. Kurdistanî û dostên wan ên ku heta Keleha Esslîngenê meşiyan, peyamên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan.

Di pîrozbahiya ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) de pêk hatî, li ber Erbane û stranan govend hatin gerandin.

Di daxuyaniya li ser navê Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Elmanyayê (KON-MED) de hat gotin, "Newroza 2024'an di demeke wisa de tê pîrozkirin ku faşîzm û mêtingerî bi şerekî hovane dixwazin paqijiya etnîkî bikin" û bal hat kişandin ser polîtîkayên dagirkerî û şer ên dewleta Tirk. Di daxuyaniyê de li dijî polîtîkayên dewleta Elman yên li hemberî Kurdan jî nerazîbûn hat nîşandan.

Di daxuyaniya KON-MED'ê de hat da xuyakirin ku ji bo şert û mercên muzakereyên bi Abdullah Ocalan re bên ewlekirin, divê Elmanya li ber Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê însiyatîfan werbigire.

Pîrozbahiya Newrozê piştî daxuyaniyê bi meşeke bi meşaleyan dewam kir. Girseya ku li tevahiya kolana Bahnhofê meşiya, Keleha Esslîngen bi meşaleyan ronî kir.