Li dijî Komkujiya Hanau li Elmanya meş hate kirin

Antîfaşîstên li Elmanyayê kesên ku di komkujiya Hanau de hatin kuştin bibîr anîn û polîtîkaya dewletê ku komkujiyan diparêze şermezar kirin.

Antîfaşîstên xwecih û koçber ên li Frankfûrt û derdora wê ji bo salvegera Komkujiya Hanau meşiyan. 

Endamê AGÎF-AvEG-KON'ê Mesûd Dûman ku li ser naVê Tifaqa Berfireh a Antîfaşîst beriya meşê axivî got, ''Dibe ku beriya bi salekê yê ku tetîk li Hanauyê kişandî kesek be lê yên ku şertên siyasî yên komkujiyê bi siyaseta xw eya dijî koçber û penaberan, atmosfera komkujiyê çêdikin partiyên burjuva ne û çapemeniya kujer e.''

Duman her wiha got dewlet ji bo ku ser komkujiyê were ronîkirin qet xwe ne livandiye, berevajî li dijî malbatên kesên ku di komkujiyê de hatine qetilkirin eynî siyaset hatiye domandin, xwestine ku hêla siyasî û nîjatperest a komkujiyê bincil bikin.

Metîn Unvar ku di komkujiyê de kurê wî Ferhat Unvar hatî kuştin got, ''Kurê min ji hêla faşîstan ve hate kuştin. Roja komkujiyê ez û malbatên din ku zaroyên wan di komkujiyê de hatin kuştin heta sibehê li hêwanê em dane sekinandin. Li gel ku dizanîbûn di cih de miriye jî du şevan em awiqandin. '' Unvar bi domdarî got dewlet dixwaze ser komkujiyê bikgire lê bi rastiya ku wan derxistiye holê hinekî ditengijin. Unvar her wiha got heke tênekoşin wê ev komkujî bidoin û got naxwaze divê ew têbikoşin û li mafê xwe bigerin.''

Bi qasî 4 hezar kes tevlî meşê bû, sihayî jî bi dirûşmên xwe li meşê hazir bûn.

Li ber Daîreya Bêkariyê ya li Gallusê mîtîng hate kirin, li vir Chrîsty Schwundeck a sihayî ku ji hêla polîsên nîjatperest ve hatî kuştin, hate bibrîranîn.