NÛ BÛ

Li dijî desteserkirina vînê li Saarbrucken, Dresden û Bordeaûxê mîtîng hat lidarxistin

Li bajarên Saarbrucken û Dresdenê yên Elmanyayê û bajarê Bordeaûx ê Fransayê li dijî desteserkirina vîna gelê Colemêrgê mîtîng hatin lidarxistin û desteserkirin hate protestokirin.

ÇALAKIYA LI DIJÎ DESTESERKIRINA ŞAREDARIYA COLEMÊRGÊ

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, girtina hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û desteserkirina şaredariyê ya ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, bi mitîngekê hate protestokirin.

Di mîtînga li Landwehrplatzê hat lidarxistin de alên DEM Partiyê hatin vekirin. Di daxuyaniya ku hat dayîn de desthilatdariya çete ya AKP-MHP’ê hat teşhîrkirin û bi dirûşma "Bijî Berxwedana Colemêrgê" û her wiha "Terorîst Erdogan" û "Dîktator Erdogan" berxwedana gel hat silavkirin.

DRESDEN

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê, desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hat protestokirin.

Mîtînga ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dresdenê ve hate organîzekirin, li qada Albertplatzê pêk hat. Di mîtîngê de bal hate kişandin ku, faşîzma AKP-MHP'ê û êrîşên wê yên li dijî destkeftiyên Kurdan wê li her qadê bên teşhîrkirin.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê desteserkirina Şaredariya Colemêrgê, tecrîda mutlaq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker, hatin protestokirin.