Li dijî desteserkirina vînê li Bernê çalakî hat lidarxistin

Desteserkirina vîna gelê Colemêrgê li paytexta Swîsre Bernê bi çalakiyeke hat protestokirin.

Desteserkirina vîna gelê Kurd ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve li paytexta Swîsre Bernê hat protestokirin.

Girseya ku bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk (ADGB) bi dirûşmeya “Ji Gezî heta Kobanê, ji Kobanê heta Taksîmê, ji Taksîmê heta Colemêrgê faşîzma li Tirkiyeyê rawestînin” li Bahnnofplatzê li hev civiyan, desteserkirina vînê şermezar kir.

Li ser navê ADGB’ê Tûncay Yilmaz axivî û diyar kir kuew ji bo silavkirina berxwedana Ji Gezî heta Kobanê, ji Kobanê heta Taksîmê, ji Taksîmê heta Colemêrgê û şermezarkirina faşîzmê li  vir in. Yilmaz got: “Li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê ku di faşîzmê de israr dike, em jî di hilweşandinê de israr bikin.”

Li ser navê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê Nejdet Atalay axivî û bal kişand ser Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê û desteserkirina vîna gel a li Colemêrgê. Atalay wiha got: “Dewleta Tirk, faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze xwe bi desteserkirin û dozên reşkirinê nû bike û ser piyan bigire. Lê xeta me ya têkoşînê azadî, aştî û xwişk û biratî ye. Em ê li ser vê xetê têkoşîna xwe bidomînin.”

Pişre daxuyaniya çapemeniyê bi zimanê Elmanî ya ADGB’ê hate xwendin. ,

Di daxuyaiyê de polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ku di qadên leşkerî, siyasî, mirovî û ekolojîk de dimeşînê û tecrîda Îmraliyê hate teşhîrkirin û ev bang li raya giştî ya Swîsreyê hat kirin: “Divê gelê Swîsreyê piştgirî nede desthilatdariya zordest, nîjadperest û zayendperest a Tirkiyeyê. Em bang li hemû gelê Swîsreyê dikin ku ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê piştevaniya enternasyonalîst mezin bikin û dewleta Swîsreyê ji têkiliyên ku dîktatoriya Erdogan xurt bike dûr bisekine.”

Di dawiya çalakiyê de ji bo tevlîbûna çalakiya navendî ku ji bo piştevaniya berxwedana gelê Colemêrgê sibê di saet 14:00’an de li Zurîh Helvetîaplatzê bê lidarxistin bi dawî bû.