Li dijî cihê kar ê Kurd êrîşekî nîjadperest

Li paytexta Fransa Parîsê li herêma 10’ê li dijî cihê kar ê Kurd ê bi navê ‘Mala Bavo’ êrîşekî nîjadperest hate kirin.

Li herêma 10’emn a Parîsê li ser dîwarê cihê kar ê Kurd nivîsê ku heqaret û nîjadperest ên Tirk ên li dijî Kurdistan û Kurdan hate nivîsandin.

Di dema cihê kar ê restoranta bi navê ‘Mala Bavo’ ya Seydî Aslandag li ser dîwaran nivîsên ‘Li dijî Kurdên Sûriye, Îran, Iraq û Tirkiyeyê qirkirin’ dîsa nivîsên heqaretê dibêje hatibûn nivîsîn. Seyîd Aslandag nerazîbûn nîşanî vê zêdegaviyê da. Aslandag anî ziman ku bûyer ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatiye kirin, ji ber ku nivîsên alîgiriya Tirk û Erdogan jî hatine nivîsîn.

Aslandag got: ‘Ji ber ku ez ji xwedî li Kurdbûn û çanda xwe derdikevim, navê kargeha min jî ‘Mala Bavo’ ye, ev bûye sedema êrîşê. Ez bi Kurdbûna xwe serbilindim û ji kesê natirsim.”