Li Den Haagê ji bo Şengalê çalakî
Li bajarê Den Haag a Hollandayê gefên hikûmeta Iraqê û PDK’ê ya li ser Şengalê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Li bajarê Den Haag a Hollandayê gefên hikûmeta Iraqê û PDK’ê ya li ser Şengalê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Li pêşiya Sefaretxaneya Iraqê ya bajarê Dan Haagê dirûşmên ‘Li Şengalê me li ber xwe da, em ê bi ser bikevin’ hatin qîrkirin.
Di çalakiyê de nerazîbûn nîşanî peymana li ser Şengalê ya di navbera Hewlêr-Bexdayê de hatiye îmzekirin hate dayîn û peyman weke ‘lihevkirina têkbirinê’ hate pênasekirin.
Di daxuyaniya hate dayîn de hate gotin ku peyman rê li ber qelîamên nû vedike.
Wê 1’ê Nîsanê jî li Den Haagê ji bo protestokirina tehdîdên li ser Şengalê çalakiyek bê kirin.