Li Den Haag û Marsîlyayê dewleta Tirk hate protestokirin

Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê û li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.

DEN HAAG

Li bajare Den Haagê yê Hollandayê êrîşên dewleta Tirk hatea protestokirin. Kurdistanî û dostên wan li pêşiya parlementoya Hollandayê hatin ba hev û li vê derê mîtîngeke protestoyê li dar xistin.

Di çalakiyê de li ser qetlîamên dewleta Tirk belavok hatin belavkirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê jî çalakiyên Kurdan didome. Gel li ser Qada Canabîereyê kom bûn û zincîreya mirovan çêkirin. Di dema çalakiyê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger pankarteke mezin li Dêra Canebîere ya Reformesê daliqandin.

Di çalakiyê bal hate kişandin ser têkiliya Erdogan a bi DAÎŞ’ê re, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, flamayên YPG û YPJ’ê hatin hildan.