Li Cenevreyê bikaranîna çekên kîmyewî hate protestokirin

Kurd û dostên wan bi boneya 21’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatin ba hev û li dijî bikaranîn çekên kîmyewî çalakiya protestokirinê li dar xistin.

Kurdistanî û dostên wan bi boneya 21’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatin ba hev û ber bi avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve meşiyan. Çalakgeran bal kişand ser êrîşên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li ser Kurdistanê pêk tîne.

Girseya ku li qada Chanpoûletteyê hate ba hev, bi şîara “Ji Kurdistanê re aştî, ji êrîşên kîmyewî re dawî” meşek li dar xistin.

Beriya meşê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştre Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Mulkiye Aşirbaev axivî. Aşirbaev Jîna Emînî ya ku ji aliyê polîsên exlaq ve hate qetilkirin bi bîr anî û got: “Em dixwazin ji bo pîrozkirina aştiyê li cîhanek a ku jin û zarok lê neyên qetilkirin, bên ba hev. Em ji bo van daxwazên xwe bi qîrin, li vir in.”

Piştre Parlamentera Partiya Ensemble a Gaûche ya Cenevreyê Jean Bûrgermaster anî ziman ku pirsgirêka Kurd, pisgirêkek navneteweyî ye û wiha got: “Ez şerê qirêj û êrîşên kîmyewî yên Tirkiyeyê bi tundî şermezar dikim. Swîsre bi rawestandina firotina çekan a dewleta Tirk û bi qutkirina têkîliyên xwe yên pê re, dikare tevlêkariyê li çareseriya pirsgirêkê bike.”

Boûrgemaster anî ziman ku divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. Piştre girser ber bi avahiya NY’ê ve meşiyan û li vir mîtîng li dar xistin.

Di mîtîngê de Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Îsmaîl Kardaş axivî û diyar kir ku dema mijar dibe gelê Kurd û azadiya Rêberê Gelê Kurd û Kurdistanê, welatên Ewropayê bêdeng dibin û got: “Em qet vê rewşê qebûl nakin. Heta ku Em azadiya Rêberê xwe ku 24 sal in li girtîgehê di hucreyekê de tê ragirtin mîsoger dikin, em ê bi şîara ‘Kurdistana azad, Rêbertiya azad’ li çalakiyên xwe dewam bikin. Kurd xwedî vîn in. Kurd xwedî Rêbertî ne û ne bê xwedî ne. Em vê carek din li tevahiya cîhanê bi bîr tînin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.