Li çar aliyê Ewropayê 8’ê Adarê hate pîrozkirin

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Ewropa bi şahiyên cuda hate pîrozkirin. Di çalakiyên hevpar ên li Ewropayê hatin kirin de, dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ olan da.

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Strasboûrgê bi hatina gel hev a jinan meşek lidar xistin û jinan pankarta Leyla Guven û dirûşma ‘Jin, Jiyan Azadî’ qîr kirin. Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi desteka şaredariya bajar û organîzeya bi dehan saziyên jinan meşek hate kirin û meş ji Gara Trenê ya Navendê destpê kir. Bê navber di meşê de dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate qîrkirin.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse ya Fransayê jî 8’ê Adarê bi coş hate pîrozkirin. Di çalakiyê de li ser rewşa grevan belavok hatin belavkirin û mîtîngek hate lidarxistin.

GRAZ

Li bajarê Graz ê Ewûstûyayê jî rêxistinên jinan, partiyên siyasî û aktivîstên jin 8’ê Adarê bi meşekê pîroz kirin. Meş bi tevlîbûna sedan jinî saet 16:30’î li Sudtîrolerplatzê destpê kir. Di çalakiyê de li ser navê NCKD a Grazê axaftin hatin kirin û bal hate kişandin ser berxwedana grevan.

BRAÛNSCHWEIG

Bi organîzeya saziyên cihê yên jinan 8’ê Adarê li bajrê Braûnschweîg a Elmanyayê jî bi meş û mîtîngekê hate pîrozkirin. Di mîtîngê de li ser navê Komuna Şehîd Zozan Cûdî Şeha Ekîncî axivî û bal kişand ser wate û girîngiya 8’ê Adarê.

MÎLANO

Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê jî bi tevlîbûna sedan jinî meşek hate lidarxistin. Di meşê de endamên Komîeteya Kurd û Rete Jin jî amade bûn. Di axaftinên li ser navê nûnertên Rete Jin hate kirin bal hate kişandin ku Leyal Guven ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan ketiye grevê. Meş bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.

KOPENHAG

Li Kopenhag a Danîmarkayê jî 8’ê Adarê bi meş û mîtîngekê hate pîrozkirin. Meşa ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Sêvê û Agîta ve hate organîzekirin ji Kongens Nytorvê destpê kir. Di meşa nêzî 2 hezar kes tevlî bû de dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bijî Leyla’ hate qîrkirin. Di axaftinên li ser navê Meclîsa Jinan a Sêvê hate kirin de bal hate kişandina ser grevên birçîbûnê yên bi pêşengtiya Leyla Guven destpê kirine.

KOLN

Li serbanga Platforma Grevê ya Jinan a 8’ê Adarê li Kolnê meşek hate kirin. Meşa ku nûnerên Femînîst, Elman, Kurd, Îranî, Tirkiyeyî, Ereb, Lezbiyen, Homoseksuel û partiyên siyasî ku nêzî 4 hezar jin amade bûn ji Bahnhofvorplatzê destpê kir. Li vir nûner Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê Berfîn Amed axivî û diyar kir ku berxwedana sala 2018’an hate kirin endamên baş bi xwe re an. Jinên heta Heûmarkê meşiyan li vir jî mîtîngek pêk anîn.

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyaê jî meşa 8’ê Adarê ji aliyê jinên femînîst ve meşek hate lidarxistin. Meşa ji HBF’ê destpê kir dirûşmên ‘Jin,Jiyan, Azadî’ û’Bijî YPG, YPJ’ hatin qîrkirin. Jinên li pêşiya Qada Şaredariyê kom bûn ji bo şehîdên li Rojava li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û şehîd bûn deqeyek rêz girtin. Çalakî piştre bi dirûşman dawî bû.

ATÎNA

Li paytexeta Yewnanistan Atînayê jî jinan 8’ê Adarê bi meşekê pîroz kirin. Meşa ji Qada Sîntagma yê destpê kir bi dirûşim heta Qada Akadamiayê dom kir. Di meşê de jinan bê navber dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîr kirin.