Li Ewropayê di çalakiyên 8’ê Adarê de Leyla Guven hate silavkirin

Li Ewropayê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Jinên Kurd ên beşdarî çalakiyan bûyîn berxwedana Leyla Guven silav kirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê bi pêşengiya Meclîsên Jinan Edesa û Dest dan li NAV-DEM a li Rezîdenstrase ji bo 8’ê Adarê çalakî lidarxist.

Jinan bi dirûşme û tilîliyan rê ji trafîkê re girt. Di çalakiyê de dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bijî Leyla Guven’ û Bijî berxwedana zindanan’ hate berz kirin.

HAMBÛRG

Li bajarê Elmanya Hambûrgê jî 8’ê Adarê li pêşiya Parlamentoya Hambûrgê hate pîroz kirin. Jinên Kurd weke her salê di çalakiyê de stand vekirin. Stand ji aliyê hevparên Meclîsa Jinan a Rojbin ve hate vekirin û Jinwar a li Rojavayê Kurdistanî hatî ava kirin hate nasandin. Di çalakiyê de têkildarî Leyla Guven jî belavok hatin belavkirin.

Jinên Kurd navê hinek cadeyên sembolîk bi navê ‘Sakîne Cansiz’ , ‘Fîdan Dogan’ , ‘Leyla Şaylemez’, ‘Îvana Hogmann’ guhert.

Li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbin axaftin hate kirin û bal hate kişandin li ser berxwedana Leyla Guven û Şoreşa Rojava.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê jî 8’ê Adarê bi dirûşmeya ‘berxwedana jinê azad dike’ çalakiyek hate lidarxsitin û di çalakiyê de Leyla Guven û berxwedêrên grevên birçîbûnê hatin silav kirin.

Li Dûîsbûrgê ji aliyê gelek rêxsitinên jinan ve hevpar 8’ê Adarê bi meş û mîtîngekê hate pîroz kirin. Bi sedan jin beşdarî meşê bûn û meş seat 15:00’an li pêşiya Dûîsbûrg HBG destpê kir.

Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel, SKB, YDG, Partiya Çep a Elman, MLPD û gelek rêxistinên jinan piştgirî da meşê. Parlamentera HDP’ê Tûba Hezer jî beşdarî çalakiyê bû û axivî û got; “162 slae jinan bi berxwedanê rûhê 8’ê Adarê aniye vê rojê. Îsal navê 8’ê Adarê Leyla Guven e.”

 Di çalakiyê de jinan govend gerand û çalakî li ser banga beşdarbûna meşa 9’ê Adarê ya li Dusseldorfê û panela ku 10’ê Adarê seat 13:00’an ji aliyê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel ve ku ew ê li NCDK Dûsîbûrgê were lidarxistin, bi dawî bû.

LONDRA

Platforma Jinê ya 8’ê Adarê ku Yekîtya Jinên Sosyalîst û Meclîsa Jinan a Roj û gelek saziyên jinan cih digre li herêma Wood Green a Londrayê çalakiyek lidarxist.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û bal hate kişandin li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha hate gotin; “Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi daxwaza şikandina tecrîda li ser Ocalan, hevdîtina parêzer û malbatan a bi Ocalan re di 7’ê Mijdara 2018’an de li Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kir. Ev berxwedan demeke kurt belavî hemû girtîgeh û çar parçeyên Ewropayê bû.”

Piştre daxuyanî hatin dayin, çalakî bi dirûşme û govendê dewam kir.