Li Brûksel û Toûloûseyê dagirkerî hate protestokirin

Li paytexta Belçîka Brûksel û bajarê Toûloûse ya Fransayê dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Brûksel li pêşiya Parlementoya Ewropayê hatin ba hev bi hildana posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG û YPJ’ê hatin hildan û dagirkeriya Tirk protestokirin.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse ya Fransayê jî li pêşiya kampusa zanîngehê bi meşekê qirkirin û dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.Nûnerê Baskê Ciwanan a Partiya Komunîst a Fransî axiv û got, her demê li gel gelê Kurd in û wê tim li gel wan bin.