BI DÎMEN

Li Bremenê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê

Kurdistaniyên li bajarê Bremen ê Elmanyayê dijîn, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Sêvê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coş pîroz kirin.

Di şahiya ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Seve ve hat lidarxistin gelek zarok beşdarî pîrozbahiyê bûn û jinan stran gotin, govend gerandin.

Hediye Aksoy di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku piştî dîlgirtinê cara ewil beşdarî pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd bûye, gelekî kelecan bûye. Endama Kongra Star Dayika Selîm di axaftina xwe de bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd ên di mijarên Şoreşa Rojava û azadiya jinan de.

Piştre di pîrozbahiyê de endamên Meclîsa Jinan a Sêvê stranên ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan amade kiribûn gotin. Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.