BI DÎMEN

Li Bremenê bi deh hezaran kes li dijî faşîzmê meşiyan

Duh piştî xwepêşandanên herî kêm 200 hezar kesî li seranserê Elmanyayê li dar xist ku paytext Berlîn jî di nav de ye, li Bremenê gel careke din ji bo demokrasiyê li dijî rastgiran meşiyan.

Piştî xwepêşandanên bi hefteyan li seranserê Almanyayê, li gelek cihan li dijî rastgiran pêk hatin gel dîsa dadikevin qadan.

Li Bremenê li ser banga "Tifaqa Dijî rastgirên Bremenê" xwepêşandanek hat lidarxistin û bi deh hezaran kes bi dirûşma "Li dijî rastgiran yekîtiya Bremenê" hatin gel hev.

Bi deh hezaran kes di saetên serê sibê de li Leibnîtzplatzê hatin gel hev û ji ser rêya Wîlhelm-Kaîsen-Brucke, Tîefer û Altenwall ber bi Domshof ve meşiyan.

Meşvanan heta Bremen Bratî e. Dema ku ji ber V re derbas dibû, ragihand ku ew li dijî polîtîkaya krîmînalîzekirina dewleta Elman hevgirtinê ne.

Herî kêm 200 hezar kes roja Şemiyê li seranserê welêt xwepêşandan lidarxistin.

Li gorî polîsan zêdetirî 150 hezar kes tenê li Berlînê li ber avahiya Reîchstagê bi dirûşma "Em dîwarê ewlehiyê ne: Tifaqa li dijî rastgiran" li hev civiyan. Girse bê navber dirûşmeyên "Li dijî faşîzmê bi hev re" û "Hemû Berlîn AfD’yê disekinîne" berz kirin.

Îro ji Lubeck heta Bad Kîssîngen a li Bavyerayê xwepêşandan zêdetir in.

LI ELMANYAYÊ LI DIJÎ RASTGIRIYÊ XWEPÊŞANDA ÇAWA PÊŞ DIKEVIN?

Xwepêşandanên li seranserê Elmanyayê ji ber raporta medyaya Correctîv a der barê civîneke ku di 25’ê Mijdarê de li Potsdamê ji aliyê rastgirên radîkal ve hatibû organîzekirin, ku siyasetmedarên AfD’yê û hinek endamên CDU û Werteunîon a muhafazakarên zêde beşdar bûn, dest pê kir. Serokê berê yê Tevgera Identîtarîanê li Awûstûryayê Martîn Sellner di daxuyaniya xwe ya ji Deutsche Presse-Agentur re piştrast kir ku di hevdîtinê de behsa “Koçberiyê” kiriye. Rastgiran bi gelemperî vê têgînê bi kar tînin ku tê vê wateyê ku gelek mirovên bi eslê xwe biyanî yên ku li Elmanyayê dijîn divê ji welêt derkevin. Li gorî lêkolîna Correctîv, Sellner li Potsdamê navê sê koman destnîşan kir: “Penaber, biyaniyên xwedî mafên rûniştinê û hemwelatiyên ku asîmîle nebûne.”

Ji ber ku hurgiliyên civînê eşkere bûn, bi mîlyonan kes daketin qadan û bi dirûşma "Keîn Raum der AfD" (AfD nikare derbas bibe) meşiyan.