Li Bîelefeldê ji bo zarokên Mexmûrê konser hate lidarxistin

Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê înîsîyatîfa bi navê ‘Înîsîyatîfa Aştî û Hêviyê ya ji bo Kurdistanê’ ji bo zarokên Mexmûrê konserek li dar xist.

Konser roja Şemiyê hate lidarxistin. Hunermend Nîzamettîn Ariç, vîyolonîst Nûre Dilovanî û gîtarîst Alexander Zernîng derketin ser dikê.

Koçber û penaberên ku di 19’ê Sibatê de di êrîşeke nijadperest de hatibûn qetilkirin, di konserê de hatin bibîranîn.

Berpirsa înîsîyatîfê Emîne Gozen diyar kir ku hatina ji konserê wê ji zarokên Mexmûrê re were şandin. Gozen bal kişand ser ambargo û kêşeyên li ser Mexmûrê û diyar kir ku wan dest bi kampanyayê kirine.

Gozen diyar kir ku wan heta niha alîkarî dane 50 zarokan û hê 250 zarok li benda alîkariyê ne.

Di eywana konserê de wêneyên zarokên Kampa Mexmûrê jî hatin pêşandan û bexş hate xwestin.

Kampanyaya ji bo zarokan li ser malpera “www.initiative-kurdistan.org didome.