Li Bîelê standa kampanyaya nameyan a ji bo NY’ê hate danîn

Ji bo bi dawî anîna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî, li bajarê Bîel a Swîsreyê name şandin ji Sekreteriya Giştî ya NY’ê re.

Di pêşengiya Komîna Jinan a Arîn Mîrkan û Navenda Civaka Kurd a Bîelê de, bi dehan îmzeyên hatîn komkirin ji postaxaneya navenda bajêr şandin.

Li bajarê Bîel a ku gelek Kurd lê dijîn bi pêşengiya aktîvîstên jin mal bi mal geriyan û di derbarê kampanyayê de agahî hatin dayîn.

Di derbarê kampanyayê de li ser navê Komîna Jinan a Arîn Mîrkan Songul Suren ji ANF’ê re wiha got:

“Ji roja ku pêngava ‘Ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re na; Dem Dema Azadiyê Ye” hatî destpêkirin heta niha dadikevin qadan û xwedî li pêngavê derdikevin.

Dîsa ji em xwedî li kampanyaya nameyan a ji bo Sekreteriya Giştî ya NY’ê rederdikevin û li bajarê Bîelê serdana Kurdistaniyan dikin. Em dixwazin tevlî kampanyaya me bibin û piştgiriya xwe bidin. Li ser vê ji bo vê hefteyê me weke destpêk ji 20 nameyan zêdetir şandin.

Di rojên me yên pêş de, em ê lez bidin kampanyay xwe û bi sedan nameyên me amadekirîn emê bigehînin NY’ê.”

Suren wiha dom kir: “Heta roja dayikbûna Rêbertiya me 4’ê Nîsanê armanca me weke Meclîsa Bîelê em ji hezaran zêdetir nameyan amade bikin û bişînin. Di heman çarçoveyên de em ê rêze hevdîtinan bi nûnerên partî û saziyên dostên Kurdan ên li Bîelê re çêbikin û daxwaza piştevanî kirina kampanayaya me bikin.”