Li Bîel û Viyanayê cangoriyên Sêwas û Çorûmê hatin bibîranîn

Li bajarê Bîel ê Swîsre û li paytexta Ewûstûrya Viyanayê cangoriyên komkujiyên Sêwas û Çorûmê hatin bibîranîn.

Li Sêwasê Komkujiya Madimakê roja 2’ê Tîrmeha 1993’an bi destê dewletê hate kirin û bi dehan rewşenbîran jiyana xwe ji dest dan.

Komkujiya Çorûmê jî mehên Gulan-Tîrmeha 1980’an bi êrîşa li dijî taxa Mîlano ya Elewiyan destpê kir li gorî daneyên fermî herî kêm 57 kes hatibûn qetilkirin û bi sedan kes birîndar bûbûn.

Li Bîelê ji aliyê Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA)  li dergaha “Reya Heq” bi merasîmekê cangoriyên herdu komkujiyan hate bibîranÎn. Nûnera FEDA Songul Çelîk axivî û got ji dema Osmaniyan ve hertim bi destê dewletê li dijî bawerî û gelan komkujî hatine kirin.

Hefteya derbasbûyî Federasyona Komeleyên Demokratîk a Mereş yên Swîsreyê (MARDEF) hatibû damezrandin û nûnerê MARDEF’ê di merasîmê de axivî.

Piştî axaftinan loqme hate belavkirin û merasîm bidawî bû.

Li paytexta Ewûstûrya Viyanayê jî merasîma bibîranînê hate lidarxistin. Merasîm ji aliyê Federasyona Demokratîk a Elewiyan ve hate lidarxistin û merasîm bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevserokê Federasyona Demokratîk a Elewiyan a Viyanayê axivî û got ev komkujî bi plankirî ji aliyê dewletê ve hate kirin.

Piştî axadtinan sînevîzyona ku qala komkujiyên Sêwas û Çorûmê dike hate nîşandan.