Li Bernê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn

Di şexsê Mazlûm Tekdag (Mazlûm Jiyanda) yê ku di êrîşa balefirên Tirk de di 1’ê Cotmeha 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû, şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn.

Li Bernê ya ku paytexta Swîsreyê ye di şexsê Mazlûm Tekdag (Mazlûm Jiyanda) de şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn.

Bibîranîn ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê hate lidarxistin û rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hate destpêkirin.

Di bibîranînê de birayê wî Şoreş Tekdag axivî. Tekdag got ku, “Şehîd Mazlûm Tekdag li ser şopa bavê min Mehmet Tekdag û apê Alî Tekdag ên ku jiyana xwe dan têkoşînê, xeta berxwedanê rakiriye asteke jor. Peywira me ev e ku em li ser xeta wan têbikoşin.”

Li ser navê KCDK-E’yê siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş jî axivî û got ku “Li Kurdistanê ez bi heval Mazlûm re xebitîm. Mazlûm ji salên 1990’î ve xwedî li têkoşînê derket û li ser xeta berxwedanê şehîd ket. Ji bo ku em soza xwe ya ji bo şehîdan bi cih bînin divê têkoşîn were geşkirin.”