Li Bernê polîtîkaya li ser penaberan hate protestokirin

Li paytexta Swîsreyê Bernê polîtîkaya penaberan a dewletên Ewropa ya piştî şewata kampa penaberan Morîa Brennt a li Girava Lesbos (Mîdîllî) ya Yewnanîstanê ku 12 hezar kes lê dimîne hate protesto kirin.

Bi sedan kesên ji her rêxistinên penaberan li ber Stasyona Navenda Trenê ya li Berna Swîsreyê hatin gel hev, çalakiyeke protestoyê li dar xistin.

Çalakgerên ku li ber Parlementoya Navnetewî û navenda serlêdana ji bo penabertiyê (SEM) ê çalakiyên rûniştinê lidar xistîn, di serî de li Swîsre û dewletên Ewropa ji bo xwedî derketina li penaberan bang kirin.

Di axaftinên ji aliyê komîteya amadekar hatî kirin de, wiha gotin, “Duh bi şev li kampa Morîo Brennt ya ku tê gotin bi hezaran kes lê hene, şewat derketiye. Niha li kolanên Mîdîllî bi hezaran kes hene û kamp bi giştî di rewşa tinebûnê de ye. Êdî Morîa Brennt ne cihek bi ewle ye, jixwe ne cihekî bi ewle bû.

Em paşguh xistina banga tavilê tehliyekirina ev gelên li vir tên dîtin û arîkariya bi penaberan re destpêkê Swîsre û dewletên Ewropa napejirînin. Pêwîst e tavilê Ewropa bikeve tevgerê û hemû penaberan qebûl bike.”

Çalakî li qada Reîghalle bi dawî bû.