Li Bernê êrîşa nijadperest a li Hanaû hate protestokirin

Li bajarê Hanaû yê Elmanyayê di 19’ê Sibatê de êrîşeke nijadperst hatibû kirin. Li Bernê ya ku paytexta Swîsreyê ye ev êrîş hate protestokirin.

Çepgirên Kurd û Tirk jî di nav de rêxistinên koçber li pêşiya îstasyona trênê kom bûn û dest bi meşê kirin.

Piştî meşê axaftin hate kirin û nerazîbûn nîşanî polîtîkayên li dijî koçberan hate nîşandan. Di daxuyaniyê de hate diyarkiririn ku mirovên ji ber faşîzm û nijadperestiyê ji welatê xwe reviyane li vê derê dîsa li ser wan heman şîddet tê kirin.

Nûnerên rêxistinên koçberan axivîn û meş bi qasî du saetan domiya.