Li Berlînê meşa ciwanan a Newrozê
Li paytexta Elmanyayê Tevgerên ciwanên Kurd bi meşekê Newroz pîroz kirin.
Li paytexta Elmanyayê Tevgerên ciwanên Kurd bi meşekê Newroz pîroz kirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) û ciwanên enternasyonalîst, ji Gesundbrunnenê ya Berlînê heya Navenda Çand a Kurd meşeke bi meşaleyî pêk anîn.
Di meşê de pankarteke ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de tê kirin hat hildan. Her wiha ala TEV-DEM’ê ya mezin û wêneyên şehîdên Newrozê hatin hildan.
Di meşê de gelek caran dirûşmên mîna "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe", "Ciwan Fedaiyên Rêber Apo'ne", "Bijî Berxwedana Zîndanan" û "Bijî Berxwedana Gerîla" hatin berzkirin.
Piştî meşê ciwan hatin ber Navenda Çand a Kurd û li wir pîrozbahiyên xwe yên Newrozê dom kirin. Ciwanan li ber dirûşmeyan govend gerandin û dawî li pîrozbahiya Newrozê anîn.