“Meşa Azadiyê” ya ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li Berlînê hatibû destpêkirin, di roja duyemîn de berdewam dike. “Meşa Azadiyê” îro bi pêşengiya Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji Qada Alexander heta Brandenbûrgê berdewam kir. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok”, “Es lebe Öcalan”, “Terorîst Tirkiye” û “Terorîst Erdogan” berz kirin.
Li qadê ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Di daxuyaniyên li ser navê TekoJIN û TCŞ'ê de hat destnîşankirin ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî nebe û azadiya fizîkî pêk neyê wê çalakî roj bi roj zêde bibin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker ji ber polîtîkayên ku di şexsê Rêber Ocalan de li hemberî me, ciwanên Kurd û gelê Kurd dimeşîne, ketiye nava xitimandinê. Bi polîtîkayên tecrîdê re armanc dike ku me bitirsîne. Em ji vir dîsa diqîrin; Em ê tecrîda mutleq bişkînin, em ê xwe birêxistin bikin û polîtîkayên we têk bibin. Em weke ciwanên Kurd heta azadiya fizîkî bi dest bixin em ê li her qadê û di her şert û mercî de li dora Rêberê xwe bibin yek û li qadan bin."
Meş li Brandenbûrger Torê bi dawî bû, banga tevlêbûna meşa 17’ê Sibatê ya Kolnê hat kirin.