Li Berlînê li pêşiya Konsolosxaneya Iraqê çalakiya ji bo Şengalê
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye li pêşiya Konsolosxaneya Iraqê ji bo Şengalê çalakiyeke protestoyê hate lidarxistin.
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye li pêşiya Konsolosxaneya Iraqê ji bo Şengalê çalakiyeke protestoyê hate lidarxistin.
Bi banga NAV-YEK û Meclîsa Jinan a Êzidî çalakî li pêşiya Konsolosxaneya Iraqê hate kirin.
Girse li pêşiya konsolosxaneyê kom bû û peymana li ser Şengalê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de protesto kir.
Çalakgeran diyar kirin ku divê peymana li ser Şengalê were betalkirin. Çalakgeran bal kişandin ser vî tiştî ku hêzên Asayîşa Şengalê hêza parastinê ya rewa ye û ew ê nehêlin ku qirkirineke din pêk were.