Meclîsa Kurdistaniyên Azad a Berlînê, Meclîsa Jinan a Dest Dan û malbatên şehîdan, Sema Alp, Mûstefa Kurt, Sinan Karakûş û Ahmet Acar ên ku berî 22 salan li ber sefaretxaneya Îsraîlê hatîn qetilkirin, bibîr anîn.
Di çalakiyê de berdevkê Nav Berlînê axaftinek kir û got: “Hevalên me bi zanebûn hatin kuştin. Bi rûxmê ku hevalên me neketin sefatexaneyê jî bi zanebûn hatin qetilkirin. Em jî wê hesabpirsîna vê qetlîamê dewam bikin.”
Berdevk teqes kir ku ew îro li wir îlan dikin ku wê hesabê wê qetlîamê bi hiqûqî pirs bikin û wiha dom kir: “Piştî ku me bi parêzer û malbatan re axivî ka em ê rêyek bi çi şêweyî bi şopînin, di demek nêz de em ê bi gelê xwe re parve bikin. Em li vir soz didin ku çi ji destê me were emê bikin.”
Ji bo şermezarkirina qetilkirina 4 kesan çelengek reş û wêne danîn li ber sefaretxaneya Îsraîlê.
Di çalakiyê de li ser hev dirûşmeyên “Katîl Îsraîl” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.