Li Berlînê Konferansa Aştî û Demokrasiyê

Bi beşdariya akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran wê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Berlînê 'Konferansa Aştî û Demokrasiyê' bê lidarxistin.

KONFERANSA LI BERLÎNÊ

Bi beşdariya rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, rojnamevan û siyasetmedarên ji Tirkiyeyê sirgûnî Ewropayê bûne di 2'ê Hezîranê de komxebata 'Aştî, Diyalog û Demokrasî' hatibû lidarxistin û di çarçoveya biryarên komxebatê de wê li Berlînê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de 'Konferansa Aştî û Demokrasiyê' bê lidarxistin. Akademîsyen Dr. Hakan Altûn li ser konferansê ji ANF'ê re axivî.

Dr. Hakan Altûn got, "Cîhan veguheriye qadeke şewatê, li her çar aliyan hilweşandin, qirkirin dewam dikin. Bêguman cîgera me hemûyan dişewitîne û bêguman herî zêde cîgera mirovên ku şewat ketiye dilê wan dişewite. Vê şewatê em gihand hev, em mirovên wê cîhanê ne ku agir bi dil ketiye, dilê xwe bûye cihê şewatê. Em ji çiyayên xwe yên biçûk daketin û di asta deryayê de gihîştin hev. Em gelek mirov in ku pêwîstiya xwe bi temaşekirina li ezmên heye. Em bi hev re û bi biryardarî li ezmên dinihêrin, ezman zelal e û bi rengê sor ê hilatina rojê xemilî ye. Agahiyê ji roja hiltê tîne ji me re. Em ew mirov in ku wê kelecanê parve dikin û ji bo dîtina hilatina rojê bi israr li ezmên dinihêrin. Forûma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP) ji vê pêwîstiya temaşekirina li ezmên ava bû."

Dr. Hakan Altûn anî ziman ku eger ew dixwazin roj hilê, divê ew hewl bidin û got, "Weke mirovên vê cîhana reng bi reng, ji bo karibin karê em dikarin bikin binirxînin, me ev rawestgeh veguherandin forûmekê. Tişta ku em hemû li ser hemfikir in ew e ku divê em aştiyê ava bikin. Banga me jî bi vî rengî ye. Serweran agir berdane cîhanê, dişewite. Yên ku şewatê vemirînin em in, em dibêjin; em li hev kom bibin û aştiyê bi hev re ava bikin."

Di dewama axaftina xwe de Dr. Hakan Altûn bal kişand ser komxebata amadekar a konferansê û got, "Yek ji atolyeyên komxebatê li ser tecrîda bêhiqûqî ya li ser Abdullah Ocalan bû. Beşdarên atolyeyê mijar bi berfirehî nirxandin. Beriya her tiştî gelekî girîng e ku hevsengiya dijber a navbera tecrîd û demokrasiyê bê fêhmkirin. Dîlgirtina bêhiqûqî û polîtîkayên îzolasyonê ku veguherîne operasyoneke dîlgirtin û îmhayê, bûne pîvanek û li her devera cîhanê hewldanên demokrasiyê dixitimîne... Beriya her tiştî divê ev yek bê fêhmkirin, ev yek pirsgirêkeke hiqûq û demokrasiyê ye. Ji bo ev pirsgirêk bê nîşandan divê rê û rêbazên nû bêne peydakirin, kku ev yek wê tevkariyê li têkoşîna demokrasî û aştiyê bike."

Di dawiya axaftina xwe de Dr. Hakan Altûn pêşniyar kir ku kesên ne li Berlînê ne bi rêya malperên wan ên întenernetê li konferansa 'Em paşerojê bi hev re ava dikin' temaşe bikin:

https://www.youtube.com/@EffpPeaceForum 
www.forumforpeace.eu