Ji bo Rojava bi deh hezaran kes li Berlînê daketin qadan

Bi deh hezaran kes tevlî mîtînga xwedîderketina li Şoreşa Rojava ya li Berlînê bûn.

Dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi desteka DYE û Rûsyayê pêk hat, li her deverên cîhanê tê protestokirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê bi mîtîngekê dagirkeriya Tirk a li Rojava hate şermezarkirin. Komên ciwanên enternasyonalîst û antî-faşîst ên Elmanya pêşengtî ji çalakiyê re kirin. Bi deh hezaran kes tevlî meş û mîtîngê bûn.

Mîtîng li Hermannplatzê pêk hat. Ji tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê, ATÎK, Aveg-Kon û PARTÎZAN tevlî bûn û Endama Partiya Çep a Elman û endama Parlementoya Federal a Elmanya Evrîm HElîn Sommer, Rojnamevan-Dîrokzan Nîck Braûns, nûnerê CÎK’ê Mele Dawûd Ovseme, nûnerên sazî û partiyên siyasî yên Kurd axivîn. Di axaftinên hatin kirin de dagirkerî û mêtingeriya Tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate şermezarkirin.

Di meşê de polîsên Elman du wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir hincet û êrîş bire ser girseyê. Li ser berxwedana gel alozî derket. Jineke ku polîsan li wê dan rakirin nexweşxaneyê û 5 ciwan jî destgîrkirin. Ciwan piştî çend saetan hatin azadkirin.

ARMANCA ERDOGAN ZINDÎKIRINA DAÎŞ’Ê YE

Hevseroka Meclîsa Azad a Navenda Civaka Kurdistanê ya Berlînê û yek endamên ji Komîteya Amadekariyê Nûjiyan Guney ji ANF’ê re axivî û bal kişand ser qetilkirina Kurdan û got: “Hewldanên Erdogan û dewleta Tirk ji bo ji nû ve zindîkirina DAÎŞ’ê ye. Dixwaze bi xwe qira Kurdan bîne. Wê bi ser nekeve.”