Li Berlînê Armanc Goşkar hate bibîranîn
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye endama Konseya Fermandariya HPG û YJA-Starê Sûna Kizilkaya (Armanc Goşkar) ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, bi merasîmekê hate bibîranîn.
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye endama Konseya Fermandariya HPG û YJA-Starê Sûna Kizilkaya (Armanc Goşkar) ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, bi merasîmekê hate bibîranîn.
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye endama Konseya Fermandariya HPG û YJA-Starê Sûna Kizilkaya (Armanc Goşkar) bi beşdarbûna sedan kesî bi merasîmekê hate bibîranîn. Merasîma bibîranînê seat 14:00’an ji aliyê Meclîsa Jinan a DEST-DAN Berlînê li Spandaû Noltalgîe Festsall hate lidarxistin.
Siyasetmedarên Kurd Demîr Çelîk, Nûpel Mûnzûr, xizmên Armanc Goşkar ên li Berlînê dijîn û bi sedan Kurdistanî beşdarî merasîmê bûn. Li ser navê malbatên şehîdan Gozê Çalkan û li ser navê malbata Kizilkaya jî Etmeh Kizilkaya axivîn.
Piştre hevseroka NAV-DEM Berlînê Melek Yûla axivî. Yûla hemû şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi bîr anî, sersaxî ji malbat, gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re xwest.
Li ser navê Malbatên Şehîdan Gozê Çalkan, parlamenterê berê ya HDP’ê ya Mûşê Demîr çelîk, siyasetmedara Kurd Nûpel Mûnzûr axivîn. Di axaftinan de qala jiyan û têkoşîna Armanc Goşkar hate kirin.
Merasîma bibîranînê bi nîşandana sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Armanc Goşkar, bi dawî bû