Li Benê dagirkeriya Tirk hate protestokirin

Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê dijîn dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekê protestokirin.

Bi meş û mîtîngekê ya bi pêşengtiya Platforma Piştevaniya bi Rojava re ya Swîsre ku li Schutzenmatte hate kirin dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin. Piştî meşa ku bi sedan kes tevlî bû û şûnde li pêşiya Parlementoya Navneteweyî mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de Hevserokê CDK-Swîsre Alî Şîmşek, li ser navê KCDK-E’yê Demîr Çelîkî ji PYD a Swîsre Omer Abbas axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku divê di serî de dewleta Swîsre, dewletên Ewropayê li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin xwedî helwestên zelal.

Di dawiya çalakiyê de banga tevlî bûnê li çalakiya ku wê 19’ê Cotmehê saet 14:00’ê li pêşiya Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî bê lidarxistin hate kirin.

Piştî çalakiyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û endamên rêxistina alternatîf a Swîsreyî li stasyona trenê ya navendê meşek lidarxistin.