Li Baselê xwedî li berxwedana Dayikên Şemiyê derketin
Ji bo piştevaniya bi Dayikên Şemiyê re li Basel a Swîsreyê çalakiyek hate kirin.
Ji bo piştevaniya bi Dayikên Şemiyê re li Basel a Swîsreyê çalakiyek hate kirin.
Li Qada Clarplatzê ya Baselê ji bo xwedîderketina li Dayikên Şemiyê ku derbarê 46 kesî doz hatibû vekirin, çalakiyek hate kirin.
Nûnera Rêxistina Efû ya Navneteweyî ya Swîsre Maja Hoscman jî tevlî çalakiyê bû destek da. Hoscman got: “Divê bersiva pirsa, aqûbeta windayên xwe dixwazim’ bê dayîn. Dawî li windakirina dema destgîrkirinê bînin.”
Piştre daxuyanî hate dayîn û ev hate gotin: “Em parêzvanên mafê mirovan dev ji vê bernadin, em ê heta dawî têkoşîna azadî û marê mirovan bidomînin. Heta ku berpirs hesab nedin, heta daxwazên Dayikên Şemiyê neyên pêşwazîkirin, em ê li qadan bin.”
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.