Li Baselê piştevaniya li dijî nijadperestiyê: Li dijî sînor bimeşe

Di çalakiya 'Li dijî sînor bimeşe' de işaret bi binpêkirina mafên Kurdan hate kirin. Li Swîsreyê ji bo naskirina nasnameya Kurd bang hate kirin.

Li Swîsreyê her sal bi rengekî kevneşop ji bo rewşa koçberan, penaberan û mirovên mafê mayinê ji wan re nehatiye dayin, çalakiya 'Lauf gegen Grenzen (Li dijî sînor bimeşe)' tê lidarxistin. Îsal jî li bajarê Baselê hate lidarxistin.

Çalakî ji aliyê saziyên Freiplatzaktion Basel û Sans Papiers Basel ve li Claramattte parkê hate lidarxistin. Tevî bi sedan koçberî, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên Swîsreyê jî tevlî bûn.

Di çarçoveya çalakiyê de maratona ji 17 kîlometreyî hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên tevlî maratonê bûn bal kişandin ser binpêkirina mafên mirovan li Kurdistanê.

Endamên Partiya BastA ya Swîsreyê ji bo balê bikişînin ser zext, girtin û doza girtinê ya li dijî HDP'ê, di demşê de alên HDP'ê hildan.

Sekretera Partiyê Franziska Stier destnîşan kir ku wan her wiha dest bi kampanya "Em hemû HDP'î ne" kirine.

Endama partiya BastA'yê Eda Îlkhan bi bîr xist ku li gorî daneyên fermî li Swîsreyê ji 70 heta 80 h ezar koçberên Kurd hene û destnîşan kir ku ji bo nasnameya Kurd li Swîsreyê bi rengekî fermê bê naskirin ew tevlî maratonê bûye.

Îlkhan got, "Kurd li Swîsreyê weke Sûriyeyî, Iraqî, Tirkiyeyî û Îranî têne naskirin. Di saziyên fermî de ji bo koçberên Kurd li şûna Kurdî tercûmanên Tirkî, Erebî û Farsî têne ferzkirin. Em hem dixwazin nasnameya Kurd bi rengekî fermî bê naskirin, hem jî zimanê Kurdî li saziyên dewletê bi rengekî fermî cih bigire."

Di çarçoveya çalakiyê de ku hatineyên wê wê ji saziyên koçber û penaberan re bi taybetî yên il Yewnanistanê re bê şandin, bi bangên ji bo têkoşîn û piştevaniyê û muzîkê dewam kir.

Çalakiya Meşa li dijî Sînor di serî de Zurich wê rojên bê li bajarên cuda yên Swîsreyê jî pêk were.