Li Baselê ji bo piştgiriya berxwedanê meş hate lidarxistin
Li Baselê komkujiyên meha Kanûnê bi meşekê hate protestokirin û berxwedana Parlamentera HDP’ê Leyla Guven jî hate silav kirin.
Li Baselê komkujiyên meha Kanûnê bi meşekê hate protestokirin û berxwedana Parlamentera HDP’ê Leyla Guven jî hate silav kirin.
Li bajarê Swîsre Baselê komkujiyên Mereş, Roboskî û komkujiya Girtîgeha 19’ê Kanûnê bi meşekê hate protestokirin. Di meşê de li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûn hate nîşandan û berxwedana Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven jî hate silav kirin.
Girseya gel li Basel Dreînroseparkê li hev civiya û heta Theodorskîrchpaztê meşiya. Çepgirên Swîsreyê jî piştgirî dan meşê û wêneyên Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan. Li aliyê din pankartên şermezarkirina komkujiyên meha Kanûnê hatin vekirin û dirûşmeyên ‘Bijî Şoreşa Rojava’ hate berzkriin.
Li cadeya herî qerebalix a bajêr welatiyan eleqeyek mezin nîşanîmeşê dan û bi yek dengî dirûşmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ deng veda. Piştree ji bo kesên di komkujî û têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dayîn deqîqeyek rêz hate girtin û axaftin hatin kirin.
MAMAKLI: LI PEY KOMKUJIYÊN NÛ NE
Destpêkê li ser navê komîteya amadekar Huseyîn Mamakli axivî û got komkujiya Mereş, Girtîgeha 19’ê Kanûnê û Roboskî kevneşopiya dewletê ye û wiha domand; “Kesên ku faîlên komkujiyên Mereş û Roboskî dernexistin holê niha li pey komkujiyên nû ne. Lê bila êdî bizanin li beramberî wan gelê Kurd ê berxwedêr heye. Wê gelê Kurd dibin hemû şert û mercan de daxwaza azadiya Ocalan bike.”
ZURCHER: DIVÊ MIROVAHÎ LI GEL ŞOREŞA ROJAVA BE
Piştre Hevseroka Partiya BasTa a Swîsreyê Tonja Zurcher axivî û nerazîbûn nîşanî biryara DYE ya vekişîna ji Sûriyeyê da. Zurcher wiha domand; “Divê Kurd bi tenê neyên hiştin. Divê hemû mirovahî şoreşa Rojava biparêz û li gel wê cih bigre. Roja tu caran ne bi tenê ye.” Zurcher bang li Ewropayê kir ku li beramberî gefên li dijî Rojava raweste.
GLATTLÎ: DIVÊ XWEDÎ LI ŞOREŞA ROJAVA WERE DERKETIN
Parlamenterê Partiya Netewî ya Keskan Balthasar Glattlî jî axivî û balkişand li ser şoreşa Rojava û got divê Kurd bi tenê neyê hiştin. Glattlî got modela şoreşa Rojava ne tenê ji bo Rohilata Navîn di heman demê de ji bo Ewropayê jî mînakek e û diyar kir ku gefên dewleta Tirk ên li dijî Rojava nayê qebûl kirin.
Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ bi dawî bû.