Li Basel, Freîbûrg û Bensheîmê bîranîna şehîdan

Şervanê YPG’ê Berzan Hec Mehmûd, Viyan Soran li Baselê, şervanê YPG’ê Seydo Hesekê li Freîbûrgê û Zîlan Tolhildan jî li Bensheîmê bi merasîman hatin bibîranîn.

Şervanê YPG’ê Berzan Hec Mehmûd (Dilbirîn Hesekê) ku di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ de şehîd bûbû û Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn)  ku 14 sal berê roja 2'ê Sibatê li hemberî komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dabû ber agir, li bajarê Swêd Baselê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasîm li lokala CDK Basel bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir. Xizmên şehîdan jiyan û têkoşîna şehîdên azadiyê vegotin.

Meta şehîd Dilbirîn Hesekê Kajîn axivî û got; “Em ê xwedî li mîrasa şehîdan derbikevin û rêya wan bişopînin.”

Li ser navê Komîteya Roajva Zozan Derîk axivî û got; “Yên êrîşî gelê Kurd dikin bi teqez wê li berambrî dîrokê hesab bidin. Divê bi teqez gelê Kurd yekîtiya xwe pêk bînin.”

Merasîm bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

FREÎBÛRG

Şervanê YPG’ê Seydo Hesekê (Casim Alî) jî li bajarê Elmanya Freîbûrgê hate bibîranîn.

Merasîm li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Freîbûrgê pêk hat. Meclîsa Gel a Freîbûrgê, Meclîsa Jinan a Nûda, Mizgefta Selahaddîn-î Eyyûbî, nûnerên PYD û Komeleya Çanda Elewî jî di nav de zêdetirî sed kes beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Freîbûrgê Salih Hezexî axivî. Hezexî hemû şehîdên têkoşînê bibîr anî û diyar kir ku divê xwedî li mîrasa şehîdan were derketin.

Piştre sînevîzyona ku qala jiyan û têkoşîna Seydo Hesekê dike hate nîşandan. Komeke çalakgerên greva birçîbûnê ya li Komeleya Çanda Elewî ya Freîbûrgê beşdarî merasîmê bûn.

BENSHEÎM

Li bajarê Elmanya Bensheîmê jî Zîlan Tolhildan (Sûzan Çelîk) a ku 11’ê Çileya 2019’an li navçeya Amed Karzê şehîd bûbû, bi merasîmekê hate bibîranîn.

Merasîm li NCDK Bensheîmê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Destpêkê berdevkê Komîsyona Malbatên Şehîdan axivî û piştre xizmê şehîd Efendî Satîç jî axivî û got; “Şehîd bê mirin in, em ê xwedî li mîrasa wan derbikeivn.”

Di merasîmê de peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik a ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê şandî, hate xwendin û merasîm bi dawî bû.