Li banliyoyên Parîsê şîddeta polîsan

Li banliyoyên Parîsê ya Fransayê di rojên dawîn de şerekî giran heye.

Êvara Sêşemê li banliyoyên Parîsê şer çêbû, 9 kes hatin destgîrkirin, beşeke dibistanê hate şewitandin.

Li gorî polîsan ev alozî ketiye kontrola wan û li gorî şeva borî alozî kêmtir bûye.

Rayedarên polîsan diyar kirin ku bûyer bêtir li herêmên Hauts-de-Seîne, Gennevîllîers, Nanterre, Vîlleneûve-la-Garenne, Seîne-Saînt-Denîs, Aûlnay-soûs-Boîs û Montreûîlê zêde bûye.

Êvara Şemiyê polîs bi dû ciwanekî li ser motorbisikletê ket û ev ciwan piştî ku li wesayîta polîsan ketibû lingê wî şikestibû. Li gorî şahidên bûyerê polîsan bi qestî deriyê wesayîtê vekirine û rê li ber qezayê vekirine.

Şêniyên banliyoyê diyar dikin ku piştî mayîna li malan polîs li hin taxan şîddetê dike. Li gorî hin şahidiyên di medyaya Fransayê de hate weşandin, li ser hin kesan kontrolên nîjadperestî û kêfî tê kirin.

Ev şer çar roj in didome, gelek wesayît û konteynirên çopê hatin şewitandin. Êvara Sêşemê Dibistana Paûl-Langevîn a li Gennevîllîerê hate şewitandin.

Midûriyeta Emnîyetê ya Parîsê roja Sêşemê diyar kir ku heta 27’ê Nîsanê kirîna fîşkeyên hewayî hatiye qedexekirin.