Li bajarê Nantesê meşa Newrozê

Li bajarê Nantes ê Fransayê şeva Pêncşemê meşa Newrozê hate lidarxistin.

MEŞA NEWROZÊ

Meşa Newrozê li Place Commerce’yê di saet 20.00’an de hate lidarxistin. Bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Di meşê de bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.

Her wiha hate ragihandin ku 23’yê Adarê roja Şemiyê wê li bajarê Rennes ê Fransayê li Parc du Gayeûlles’ê di saet 14.00’an de şahiya Newrozê were lidarxistin û banga tevlîbûnê li gelê Kurd û dostên wan hate kirin.