Li Azîgeyê jî li dijî tecrîdê grev dest pê kir
Kurdistaniyên li Azînge ji bo dawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadkirina wî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Kurdistaniyên li Azînge ji bo dawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadkirina wî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Kurdistaniyên li Azinge ya girêdayî bajarê Saratov a Federasyona Rûsyayê dijîn li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Greva ji aliyê Meclîsa Gel a Azînge yê ve hate destpêkirin, bi 15 kesî destpê kir.
Di greva li Navenda Çanda Kurd a Azînge hate kirin de Endamê Meclîsa Azînge Hisen Osmanov axivî û diyar kir ku çalakiyên grevê ya bi qasî protestokirina tecrîda li ser Ocalan protestokirina dagirkeriya faşîzma AKP’ê ya li Kurdistanê ye. Osmanov got: “Gelê Kurd ne geleke ku serî bitewîne. Gelek ku girêdayî nirx û têkoşîna xwe ye. Dewleta Tirk dixwaze bi êrîşan vîna gel bişkîn. Lê ti demê nikarin vê bikin. Dema dîtin bi ser neketin êrîşî Şengal û Mexmûrê kirin. Niha jî dixwazin êrîşî Rojava bikin. Gelê me wê bi hêz xwe çawa Kobanê parast wê Rojava jî biparêze.”
Di axaftinên çalakvanan de çalakiya Leyla Guven û zindaniyan hate silavkirin.