Li Atînayê ciwan ev 3 roj in dimeşin
Meşa ciwanan a li Yewnanîstanê ya li dijî komplo û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja sêyan de didome.
Meşa ciwanan a li Yewnanîstanê ya li dijî komplo û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja sêyan de didome.
Li Yewnanîstanê meşa dirêj ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), TEKO-JIN, TJA û Navenda Çanda Kurdsitanê bi mebesta şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê û xwedîtiya li pêngava ku KCK'ê dayî destpêkirin ji Lavrîo heta bi Atînayê dane dstpêkirin di roja dawî de didome. Ciwan şevê jî li bajaroka Tavrosê ya li başûrê Atînayê man, îro jî ber bi navenda bajarê Atînayê bi rê ketin.
Di meşê de bi dirûşmeyan hate gotin, ''Ji Ocalan re azadî, bi hev ser serhildan'' û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK'ê û KCK'ê hatin hildan. Meş bi sirûdan berdewm dike, gelek caran bi dirûşmeyan komplo û tecrîd tê şermezarkirin.
Tê payin ku êvarkî çalakgeran bigihin Atînayê. Piştî mîtîngê bi wesîleya ''10'ê Cotmehê Roja Cîhanî ya Azadiya Ocalan'' wê mîtîngek were lidarxistin.