Li Atînayê anarşîstan ji bo Rojava çalakî li dar xistin

Anarşîstên Yewnanistanê bi armanca piştevaniya bi Rojava re li konsolosxaneya Îtalya ya li paytexta Yewnanistanê çalakî li dar xistin.

Anarşîstên Yewnanistanê bi armanca protestokirina tacîzên polîsan û kesên li Îtalya li dijî piştevaniya Rojava çalakiyek li dar xistin.

Komeke anarşîst konsolosxaneya Îtalya ya li Atînayê kir hedef, belovok li konsolosxaneyê belav kirin. Çalakgeran berxwedêrên grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî silav kirin.