Li Atîna, Nîce û Mantes la Jolîeyê Kurdistanî li dijî tecrîdê daketin qadan

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, li bajarên Fransa Nîce û Mantes La Jolîeyê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd hate protesto kirin û berxwedêrên greva birçîbûnê jî hatin silav kirin.

Li Ewropayê çalakiyên ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan û piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re didomin.

ATÎNA

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê li ser banga “Yekîtiya Çalakiya Yewnanîstan” Bakurê Kurdistan, Platforma Tirkiye û Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê meşek hate lidarxsitin.

Meş li Zanîngeha Poîteknîk destpê kir, wêneyê Ocalan û ala PKK’ê hate hildan. Di çalakiyê de alên KCK, HPG, rêxistnên çepgir û şoreşger jî hate hildan û komên anarşît ên Yewnanîstanê jî piştgirî da meşê.

Bê navber dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana zindanan’ , ‘Bê Serok jiyan na be’ , ‘Bijî piştgiriya şoreşgerî’ û ‘girtiyên şoreşê rumeta me ne’ hate berzkirin.

Piştre mîtîngek hate lidarxistin. Mîtîng bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û li ser navê NÇK’ê Metîn Bîngol axivî.

Bîngol berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir û got; “Em ê heta dawiyê li gel Rêberê xwe û rêhevalê xwe bin. Ew ê berxwedan serbikeve.”

Li ser navê Yekîtiya Çalakiya Yewnanîstanê jî axaftin hate kirin û Yekîtiya Çalakiya Yewnanîstan Bakurê Kurdistan, avakirina Ptlafroma Tirkiye ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gtin; “Têkoşîna 40 sal an a Tevgera Azadiya Kurd mafdar e û wê serbikeve.”

NÎCE

Li bajarê Fransa Nîce ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan û piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin.

Kurdistanî li Gara Nîce lihev civiyan û tecrîdkirina Ocalan protesto kirin. Çalakgeran ragihandin ku daxwazên Leyla Guven, berxwedêrên greva Starsboûrg, Hewlêr, Kanada û girtîgehan daxwazên wan in.

Di çalakiyê de wêneyên Ocalan û alên PKK’ê jî hate hildan û bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan’ hate berz kirin.

Piştre li Qada Mesane mîtîng hate lidarxistin û çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

MANTES LA JOLÎE

Li bajarê Fransa Mantes La Jolîeyê jî Kurdistnaiyan tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê protesto kirin û piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê kirin.  Çalakî bi pêşengiya TJK-E hate lidarxistin û zêdetirî 300 kes beşdar bûn.

Meş li pêşiya garê destpê kir û li pêşiya dêrê veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de axaftin hate kirin û hate gotin daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê rewa ne û heman demê ev daxwaz daxwazên gelê Kurd e. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.