BI DÎMEN

Li Arnhem û Dûîsbûrgê Newroz hat pîrozkirin

Kurdistanî û dostên wan ên ku Newroza Amedê ya îro û mizgîniya HPG’ê silav kirin, azadiya fîzîka ya Rêberê gele Kurd Abdullah Ocalan xwestin.

NEWROZ

Cejna vejînê ya gelê Kurd Newroz, li bajarê Duîsburg ê Elmanyayê û li bajarê Arnhem ê Hollandayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

DÛÎSBÛRG

Newroza ku bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Duîsburgê (DKTM) û Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel hat organîzekirin, li taxa Dûîsbûrg-Marxlohê saet di 16.00’an de dest pê kir. Pîrozbahiya ku bi vêxistina agirê Newrozê dest pê kir, bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li Dûîsbûrg û derdora wê dijîn, amade bûn.

Di pîrozbahiya Newrozê de ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê bi taybet şehîdên Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, Newroza Amedê ya îro û mizgîniya HPG’ê hat silavkirin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate berzkirin. Di heman demê de Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û hemû kesên ku li berxwe didin hatin silavkirin.

Di pîrozbahiya Newrozê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Newroz" hatin berzkirin.

Pîrozbahiya ku heta saetên dereng li dora agirê Newrozê bi stranên Bengî Agîrî bi govendan dewam kir.

Di pîrozbahiyê de banga tevlîbûna Newroza Frankfûrtê ya 23'ê Adarê bê lidarxistin hat kirin.

ARNHEM

Kurdistaniyên li bajarê Arnhem ê Hollandayê dijîn hatin gel hev û Newroz pîroz kirin. Bi sedan kesên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hilgirtin, xwe spartin agirê Newrozê. Di Newrozê de daxwazên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind bûn, girseya gel li ber muzikê govend gerand.