Li Îtalyayê çalakiya ji bo piştgiriya Rojava

Li Îtalyayê bi pêşengiya Heyva Sor ji bo piştgiriya bi Rojava re çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de komkujiyên ku dewleta Tirk li Rojava kirine hatin bibîrxistin.

Ji bo piştgiriya bi Rojava re, Heyva Sor a Kurdistanê-Îtalya û saziya bi navê ARCÎ li bajarê Floransayê çalakiyek li dar xistin.

Ji rayedarên sendîkaya ARCÎ Mandreddî Saûro li çalakiyê axivî û bal kişand ser êrişên li dijî Rojava. Saûro diyar kir, sîstema demokratîk a li Rojava ava bûye ji bo civaka Ewropayê yekane rêya rizgariyê ye û got, "Nabe ku em vê sîstemê di nava lepên Erdogan ê dîktator û çeteyên cîhadîst de bihêlin. Hikumeta Îtalyayê divê peymanê leşkerî yên bi dewleta Tirk re kiriye hemûyan betal bike."

Alessandro Orsettî bavê şervanê enternasyonalîst Lorenzo Orsettî (Têkoşer Piling) li çalakiyê axivî û diyar kir ku kurê wî ji bo gelê Kurd têkoşîneke mezin kir û got, "Di sala 2019'an de şehîd bû. Ji bo xeta têkoşîna mezin a ku kurê min jê bawer kir, çi ji destê min bê ez amade me ku bikim. Divê her kes piştgiriya vê têkoşînê bike."

Hevserokê Heyva Sor a Kurdistanê Alîcan Yildiz jî bi bîr xist ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bombeyan li qadên sivîlan ên li Rojava dibarîne û got, "Gelê Rojava dema ku li dijî DAÎŞ'ê şer kir ji gelên Ewropayê hemûyan piştgirî wergirt. Lê belê dewletên Ewropayê li pêşberî sûcên li dijî mirovahiyê ku Erdogan li Rojava kir bêdeng bûn. Her kesên xwedî wijdan divê piştgiriya gelê Rojava bike.

Di çalakiyê de fîlmê Enrîco Delgamba yê li Rojava hate kişandin, hate nîşandan. Di şevê de bi rêya saziya Heyva Sor alîkariya madî hate komkirin.