Li Îngîltereyê hêrsa li dijî dagirkeriyê didome

Kurdistanî û dostên wan ên li gelek bajarên Îngîltereyê li dijî êrîşên qirker û qetlîama dewleta Tirk a li Serêkaniyê daketin qadan.

Li dijî êrîşên dagirkeriyê û bi taybet piştî qetlîama dewleta Tirk a li Serêkaniyê Kurdistanî û dostên wan daketin qadan. Di çalakiyên li London, Exeter, Brîghton, Readîng û Cardîff ên Qiralyeta Yekbûyî hatin kirin de li gel parlementerên herêmî, sendîkavan, endamên rêxistinên mafê mirovan ên li dijî şer û bi sedan kes amade bûn.

Di çalakiyan de li gel alên YPG/YPJ’ê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan hate hildan û bi dirûşm û pankartên hatine hildan hêrs û nerazîbûnên li dijî dewleta Tirk û Erdogan hatin nîşandan. Di çalakiyê de banga boykotkirina Tirkyeyê jî hate kirin. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku divê Îngîltere mudaxeleyî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk bike.

Li ser banga Meclîsa Gel a Kurd girseya gel li pêşiya avahiya Wezareta Downîng Street hatin ba hev, li vir tim dirûşmên ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Terorîst Tirkiye’ qîrkirin.

Di vê navê de komek sosyalîst li Balafirgeha Heatrow çalakiyek kirin û dirûşmên ‘Dewleta dagirker ji Rojava bi cehenimin’ hate qîrkirin. Rêwiyan jî eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê dan.

Li bajarê Exeter jî meşek hate kirin û di dema meşê de alîgirên faşîst ên Tirk ketin pey provakasyonan. Li ser nerazîbûna gel û hêrsa wan provakator bi alîkariya polîsan ji qadê hate dûrxistin.

Li aliyê din li gelek bajarên Îngîltereyê bi pêşengtiya Meclîsên Gelê Kurd bi tevlîbûna parlementerên xwecihî, sendîkavan, rêxistinên civaka sivîl dagirkeriya Tirk hatin protestokirin.