Li 5 navendan dagirkeriya Tirk hate protestokirin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Ewropayê daketin qadan êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Ewropayê daketin qadan êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.
Gelên li Ewropa û Rojhilata Navîn dijîn ku bi xurtî tevlî çalakiyan dibin daxwaza rawestana êrîşan kirin.
BREMEN
Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Bremen ê Elmanyayê bi girseyî hate protestokirin. Li pêşiya gara trenê ya navenda bajar çalakî veguherî mîtîngekê. Tevgera Jinan a Suryan, parlementerên Partiya Çep a Eyaleta Bremen û endamên Meclîsa bajarê Bremenhafenê jî tevlî çalakiyê bûn.
OBERHAÛSEN
Li ser banga Însyatîfa Parastiya Rojava ya Olberhaûsenê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava bi tevlîbûna sedan kesî li pêşiya gara trenê ya navenda bajar hate protestokirin.
FRANKFÛRT
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Franfûrt Elmanyayê di saetên şevê de li qada Haûptwacehê hatin ba hev êrîşên dewleta Tirk protestokirin. Di meşê de ATÎK, Komeleyên Elewî, komên Tirk û Elman jî cihên xwe girtin.
MARSÎLYA
Kurdistaniyan li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî daketin qadan û dagirkerî protestokirin. Îro jî Kurdistaniyan mîtîngek kirin û bang li welatên Rojavayî kir ku bikevin tevgerê.
RENNES
Bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Komeleya Jinan a Zîn 39 rêxistinên civaka sivîl ku 9 partiyên siyasî jî di nav de li Qada Repûblîqeyê hatin ba hev dagirkerî şermezar kirin.