Li 5 bajarên Fînlandiya dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin

Li paytext Helsînkî û bajarê Javaskyla, Tampere, Turku û Oulu yên Fînlandiyayê Kurdistanî û Dostên wan ên daketin qadan dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li gelek bajarên Fînlandyayê daketin qadan bi meş û mîtîngan dagirkeriya Tirk a li ser Rojava protestokirin.

HELSÎNKÎ

Di qada navendî ya paytexta Finlandiya Helsînkî de 500 çalakvan êrîşên dewleta Tirk li ser gelên Bakurê Sûrîyê û Rêveberiya Xweser a Demokratîk, şermezar kir. Koma piştgirî a Fînî (Yhdessa Rojavan Puolesta) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Fînlandiya pêşengtî ji wê çalakiyê re kirin. Di meydana Narînkkatorî de aktîvîstên heremî yên hem jî Kurd hem jî Fînî axivîn. Her wiha endama Parlamentoya Fînlandî Hanna Sarkkînen (Partîya Çep) êrîşa dewleta Tirk a li dijî Bakûue Sûrîyê şermezar kir. Di mîtîngê de peyama berdevkê fermî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim jî ji Kurd û dostên wan re hatibû şandin hat parve kirin.

JAVASKYLA

Li bajarê Jyvaskyla cara yekem mîtîngek ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava û gelê Kurdistan hate lidarxistin. Di meydana navendî Kompassî de bi peşengtiya komeke nû a Dostên Kurdistan Jyvaskyla ya ji 100 kesî pêk dihat ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk kom bûn. Dostên Kurdistanê Jyvaskyla soz da ku çalakiyan xwe li dijî rejîma faşîşt a AKP-MHP berdewam bikin.

TAMPERE

Li bajarê Tempere bi tevlîbûna 400 kesî meşek li navenda bajar pêk hat û êrîşên dagirkeriya Tirk hate protestokirin. Di çalakiyê de li gel siyasetmedarên Kurd siyasetmedarên Fînî û herêmî jî axivîn. Hîndekarê Zankoya Tampere Tûomo Melasûo li vir axivî û diyar kir ku divê Yekîtiya Ewropa gefên Tirkiye erê nekin.

Her wiha di axaftinên din ên hatin kirin de bang li dewleta Fînlandî kir ku bi rêyên dîplomasî bikin ku qada hewayî bê girtin û guşarên aborî li Tirkiye bikin.

TURKU

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Turku hatin ba hev jî bi çalakiyekê daxwaz ji Fînlandiya kir ku ji bo sekinandin êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roleke aktîf bilîzin. Li vir mîtîngek hate kirin û peyama Berdevkê PYD’ê Salih Muslîm hate xwendin.

OULU

Li bajarê Oulo jî Kurd û dostên wan li qada Rotûaarî kom bûn û berxwedana Rojava silav kirin û êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî şermezar kirin.Di axaftinên li vir hate kirin de hate gotin ku wê çalakiyên wan bidomin.