Li 4 bajarên Elmanyayê qetlîam hate protestokirin
Li bajarên Mannheîm, Gîessen, Trîer û Dortmûndê Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk protesto kirin.
Li bajarên Mannheîm, Gîessen, Trîer û Dortmûndê Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk protesto kirin.
MANNHEÎM
Li bajarê Mannheîmê yê Elmanyayê qetlîama dewleta Tirk a li Serêkaniyê hate protestokirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin.
GÎESSEN
Li bajarê Gîessenê yê Elmanyayê jî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin. Mîtîng li Qada Berlînerplatzê hate lidarxistin û nêzî hezar kes tevlî çalakiyê bûn.
Hate diyarkirin ku wê her roj saet di 18.30’an de li qada Berlînerplatzê xwepêşandan were lidarxistin.
TRÎER
Li bajarê Trîerê yê Elmanyayê êrîş û qetlîamên dewleta Tirk hate protestokirin. Girse li qada Porta Nîgrayê kom bû û dest bi meşê kir. Di meşê de dewleta Tirk hate şermezarkirin.
DORTMÛND
Li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê jî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku divê pêşiya êrîşên dewleta Tirk were girtin.