Li 4 bajarên Elmanya dagirkerî û qirkirin hate protestokirin
Li Nurnberg, Dortmûnd, Koln û Mannheîm ê Elmanyayê dagirkeriya Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.
Li Nurnberg, Dortmûnd, Koln û Mannheîm ê Elmanyayê dagirkeriya Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.
NURNBERG
Kurdistaniyên li Lorenzkîrche a dikeve navenda bajarê Nurnberg ê Elmanyayê dagirkeriya Tirk hate protestokirin.Di axaftinên hatin kirin de bal kişandin ser yekîtiî û hevrebûna gelê Kurd.
DORTMÛND
Li Dortmûndê jî Kurdistanî û dostên wan ên daketin qadan êrîş û qirkirina dewleta Tirk a li ser Rojava protestokirin.
KOLN
Tevgera Ciwanên Şoreşger, Jinên Ciwan ên Azad, Yoûng Strûggle û Defend Rojava li stasyona trenê û Dom Kateralî ya dikeve navenda herî qelebalix a bajar kon vedan. Li kon li ser berxwedana Rojava agahî hatin dayîn.
MANNHEÎM
Kurdistaniyên li bajarê Mannheîm a Elmanyayê jî bê navber di çalakiyan de ne. Li ser banga NCKD çalakî li pêşiya HBF’ê pêk hat.