Li 3 bajarên Rûsyayê komploya navneteweyî hate şermezarkirin

Li bajarên Stavropol, Tambov û Îvanovo yên Rûsyayê, salvegera 22’an a komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan hatin şermezarkirin.

Li herêma Stavropol a Rûsyayê salvegera komploya navneteweyî ya ku sala 1999’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî lidarxistin, şermezar kirin. Di çalakiya Kurdên li vê herêmê dijîn organîze kirîn de, anîn ziman ku hêzên komploger ne gehiştine armanca xwe bi projeya Modernîteya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk aniyî hate valederxistin.

Li ser navê ciwanan endamê Komîteya ciwanan a Otonomiya Kurd Renas Bazûyev axivî û diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd ji bo hemû gelê hejar bûye çavkaniyek a hêviyê. Bazûyev got: “Dewleta Tirk a faşîst a ku serkêşiya hemû hêzên Modernîteya Kapîtalîst dike li hemberî gêrîlayên HPG’ê bi ser neket. Nimûneya herî dawî jî me li Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dît ku dema artêşa Tirk derbe xwar neçar ma ku paşde vegere. Tevgera Kurd a di bin Rêbertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li dijî dijminên gelê Kurd serkeftin bi dest xistin.”

TAMBOV

Li bajarê Mîçûrînsk ê girêdayî herêma Tambov a Rûsyayê jî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê hate prostestokirin. Kurdên li bajarê Mîçûrînskê dijîn, bi lidarxistina civînekê komploya navneteweyî şermezar kirin. Kurdan anîn ziman ku komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo şikandina vîna gelê Kurd hate lidarxistin.

Di daxuyaniyê de endama Meclîsa Kurdan a Mîçûrînskê Fatma Elî avivî û wiha got: “Roja 15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojek reşe. Em li dijî vê rojê bi gotina ‘Kes nikare roja me tarî bike!’ bersiv didin. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîdek li ser hemû gelê Kurd e û ew vîna gelekê ye.”

ÎVANOVA

Li bajarê Îvanovo ya Rûsyayê jî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. Kurdên li Îvanovoyê dijî bi civînekê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kirin. Diyar kirin ku roja 15’ê Sibatê weke rojek reş ketiye dîroka gelê Kurd û hêzên komploger di kesayeta Rêberê Gelê Kurd de li dijî gelê Kurd polîtîkaya îmha û înkarê didomîn e. Her wiha hate destnîşankirin ku hêzên komploger li pişta hemû êrîşên ji bo tinekirina destkeftiyên gelê Kurdin.