Li 11 bajarên Îtalyayê çalakiyên ji bo Ocalan

Li 11 bajarên Îtalyayê di çarçoveya ‘10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan’ çalakî hate lidarxistin.

Li bajarên Roma, Mîlano, Torîno, Fîrenze, Rovîgo, Napolî, Pînerolo, Alessasndrîa, Trîeste, Lîvorno, Nîscemî li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo ‘10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan’ çalakî hate lidarxistin.

Senatorê kevn Gîwannî Rosso axivî û diyar kir ku divê Ocalan azad bibe.

Nûnerê SPENA’yê Osvardo Cobas jî bal kişand ser azadiya Abdullah Ocalan.

Di çalakiyan de hate diyarkirin ku heta Ocalan azad bibe, wê têkoşîna xwe bidomînin.